Îran: Hemû dorpêçên Trump rabin, emê pasde gav bavêjin

19 February 2021 21:02 0 dîtin
Îran: Hemû dorpêçên Trump rabin, emê pasde gav bavêjin

PeyamaKurd – Piştî ku rêveberiya nû ya Amerîkayê daxwaza domandina dorpêçên ser Îranê ku pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî kiribû paşve kişand, Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf bi daxuyaniyekê bersiva wê pengavê da.

Zerîf di daxuyaniya xwe ya li ser twitterê de got ku ew ji wê biryara Amerîkayê kêfxweş bûn ji ber ku ji biryara nehiqûqî ya dema Trump vegeriyane.

Cewad Zerîf got: “Divê Amerîka bê şert û merc hemû cezayên dema Trump rake. Piştî wê emê jî gavên xwe yên ji bo başkirinê (ango zêdekirina ûranyomê) paşde vekişînin.”