Trump hemû dorpêçên ser Tirkiyê rakir û spasî li General Mezlûm kir

23 October 2019 20:25 0 dîtin
Trump hemû dorpêçên ser Tirkiyê rakir û spasî li General Mezlûm kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî derbarê agirbesta bi hevkariya Tirkiye-Amerîka ji bo êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de hatibû ragihandin daxuyanî dan.

Trump got ku wî ferman daye hemû dorpêçên ser Tirkiyê werin rakirin û car dubare kir, “Em ji Sûriyê derdikevin. Diviyabû di nav 30 rojan de em derkevin, lê bi qasî 10 sal berê bû.”

Trump herwiha ji bo Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî (Kobanî) jî got, “Spasiya General Mezlûm dikim. Wî ji bo DAIŞê soz daye min.” 

Trump got, "General Mezlûm mirovekî bêhempa ye. Bi gotinên gelekî hêja spasiya me kir."

Herwiha Trump diyar kir ku bi Erdogan re têkiliyeke wî ya baş heye û li demeke nêzîk dibe ku bicivin.