Pelosî: Trump îxanet li Kurdan kir, dorpêçên ser Tirkiyê kêm in
PeyamaKurd - Seroka Meclîsa Nûneraan a Amerîkayê Nancy Pelosi dîyar kir ku berpirsê bûyerên li Sûrîyê Serok Donald Trump e û got, dorpêçên dijî Tirkîyê kêm in.
Pelosi di daxuyaniya nivîskî ya dorpêçên dijî Tirkîyê hatine ragihandin de got, ‘’Serok Trump rê li ber zêdebûna alozî û bêîstiqrarîya li Tirkîyê vekir. Paketa dorpêçan ya dijî Tirkîyê, bo rawestandina kêşeya mirovî ya çêbûye kêm e.’’
Pelosî herwiha destnîşan kir ku Trump li Kurdan ‘’îxanet kiriye’’ û got, biryarên Trump yên ‘’bêteşe’’ bo îstiqrara herêmê rîskan çêdikin û zirarê didin bawerîya bo Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin