Ji Trump civîna awarte bo êrîsên Tirkiyê: Hemû payebilind besdar dibin
PeyamaKurd – Medya Amerîkî ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump û rayedarên payabilind ên Amerîkî îro li ser operasyona Tirkîyê ya dijî Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê dicivin. Civîna Trump li demeke ku şandeke bilind bo razîkirina Tirkiyê bi agirbestê û rawestandina êrîşan şandiye Tirkiyê pêk tê.
Li gorî zanyariyên dê dîplomatên Amerîkî yên polîtîkayên derve û ewlekarîyê jî di civînê de amade bin.
Herwiha li gorî ajansa Reutersê Trump, Serokê Piranîya Komarîyan Mitch McConnel û Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosî vexwendine civînê.
Li aliyê din Serokên komîteyên derve û xizmetên çekdarî yên civata senatoran û civata nûneran jî beşdarî civînê dibin ku çav li rê ye li ser guherînek di polîtîkaya Sûriyê de bê kirin û helwesta dijî Tirkiyê jî were gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin