Îran | Kabîneya Pezeskiyan ji parlamentoyê bawerî stand
PeyamaKurd – Kabîneya hikûmeta Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, îro 21ê Tebaxê ji parlamentoyê bawerî stand.
Hate ragihandin ku ji sala 2001ê ve cara yekem e hemû endamên kabîneyê bi carekê ji parlamentoyê baweriyê distînin û wezîr dest bi karê xwe dikin.
Di kabîneya nû ya Îranê de, cîgirê wezîrê derve yê serdema Hesen Rûhanî, Abbas Arakçî bû Wezîrê Derve yê Îranê. Herwiha 3 wezîrên hikûmeta Îbrahîm Reîsî yê di qezaya helîkopterê de mir jî di kabîneya hikûmeta nû de cî girtin.
Pezeşkiyan beriya dengdana li ser kabîneyê ragihand ku wî 19 nav pêşkeşî Rêberê Olî yê Îranê Elî Xaminey kirine û hemû nav jî hatine pejirandin.
Pezeşkiyan got ku wan hewl daye di hikûmetê de cî bidin dengên cuda ku pêdiviya wan ne bi pevçûnê bi hevkariyê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin