Îran: Rêkeftina Îmarat û Îsraîlê pêgaveke aqilsivikiya stratejîk e

15 August 2020 10:32 0 dîtin
Îran: Rêkeftina Îmarat û Îsraîlê pêgaveke aqilsivikiya stratejîk e

PeyamaKurd – Şermezarkirina hin welatên li hemberî rêkeftina Îsraîl û Îmaratê berdewam dike. Herî dawî Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê lihevkirina Îmarat û Îsraîlê "bi tundî" şermezar kir û ev helwesta Îmaratê bi "aqilsivikiya stratejîk" bi nav kir.

Bi daxuyeniyekê Wezareta Derve ya Îranê do ragihand: “Rêkeftina Îmarat û Îsraîlê, pêgaveke aqilsivikiya stratejîk e ku ji aliyê Ebû Zebî û Tel Ebîb ve hatiye avêtin û dê encama vê helwdanê jî zêdetir bihêzbûna rûbirûbûnê li herêmê derxe holê.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Gelê sitemdîtî yê Filistînê û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê, tu car ji pirsa asayîkirina peywendiyan li gel hebûneke dagirker û tawanker a weke Îsraîlê efû nake.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Komara Îslamî ya Îranê pêngava Ebû Zebî ya ji bo asayîkirina peywendiyên xwe li gel siyonîstan, weke sexte û nerewa û dijî nirxên mirovahiyê dibîne û hişyarî dide li her destwerdaneke Îsraîlê li hevkêşeyên herêma Kendavê û radigihîne ku hikûmeta Îmaratê û hemû hikûmetên weke wê, ji her geşedaneke wê pêngavê berpirsyar in.”