Welatê Behreynê pistgirî da rêkeftina di navbera Îmarat û Îsraîlê
PeyamaKurd – Welatê Behreynê, rê li ber geştên esmanî yên di navbera Îmarat û Îsraîlê vekir.
Li gor ajansa nûçeyan a Behreynê ji çavkaniyeke fermî ya Wezareta Veguhestin û Peywendiyan ragihand, esmanê Behreynê ji bo her geşteke navbera Îsraîl û Îmaratê dê vekirî be.
Berî welatê Behreynê, Erebistana Siûdî jî heman biryar li ser rêkeftina Îsraîl û Îmaratê ji bo asayîkirina peywendiyên wan dabû.
Meha borî Îsraîl û Îmarat ji bo asayîkirina peywendiyên xwe rêkeftinek îmze kirin û vê jî karvedanên cuda li pey xwe anîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin