Îran - Rûsya | Ji bo pirsa ‘Rojava’ amade ne ji Tirkiyê re bibin alîkar

09 February 2019 12:36 0 dîtin
Îran - Rûsya | Ji bo pirsa ‘Rojava’ amade ne ji Tirkiyê re bibin alîkar

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ragihand ku ew dikarin di navbera Şam û Enqerê de navbeynkariyê bikin û ji bo herêmên kontrola Kurdan got, “Çareserî rizgarkirina wan erdan û bicihbûna artêşa Sûriyê ye.”

Zerîf ji televizyona Al Youm re derbarê Sûriyê de daxuyanî dan û li ser Lutkeya Seqolî ya Soçiyê (Îran, Rûsya, Tirkiye) got, “Di vê lutkeyê de, dê krîza Sûriyê, vekişîna leşkerên Amerîka, destûra Sûriyê, rageşiya li Idlibê û êrîşên Îsraîlê yên ser Sûriyê werin gotûbêjkirin.”

Zerîf bal kişand ser  ku di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de, di navbera Îran û Rûsyayê de ti cudahiyeke fikrî nîne, lê heke Tirkiye qebûl bike Îran dikare navbeynkariyê di navbera wan û rejîma Sûriyê de bike.

Cewad Zerîf destnîşan kir, li gor wan  bi çalakirina Rêkeftina Edeneyê re bicihkirina artêşa Sûriyê li sînorên Tirkiye-Sûriyê bijardeya herî baş e û li ser herêmên sînorî yên kontrola Kurdan jî got, “Divê destûr neyê dayîn ku hêzên din sînoran dagir bikin. Çareserî rizgarkirina wan erdan û li wan deran bicihbûna artêşa Sûriyê ye. Îran û Rûsya amade ye ji çareserkirina pirsê ji Tirkiyê re bibe alîkar.”