Îran û Rûsya bi hev re tetbîqatan dikin: Gelo amadekariyên ser dikin?

30 July 2019 09:53 0 dîtin
Îran û Rûsya bi hev re tetbîqatan dikin: Gelo amadekariyên ser dikin?

PeyamaKurd – Di demên dawiyê de di navbera Îran û Brîtanyayê de li Tengava Hurmizê ji ber tankerekê krîzekê rû dabû. Wekî bibîr were Brîtanyayê keştiya şer HMS Duncan şandibû herêma Tengava Hurmuzê.

Duh Îranê ragihandibû ku Îran û Rûsya li Tengava Besrayê tetbîqateke hevpar pêk tînin.

Fermandeyê Hêzên Deryayî yê Îranê Amîral Huseyin Hanzade ragihand ku wê Îran û Rûsya li Tengava Besra û Hurmizê tatbîqateke hevpar pêk tînin.

Ji aliyê xwe ve, Hanzade ji bo pîrozbahiyên Roja Fermandariya Hêzên Deryayî yê Rûsyayê serdana St. Petersburgê kir. Hanzade li wir daxuyaniyek da:

“Hêzên Deryayê yên Îran û Rûsyayê wê li Oqyanosa Hindê, li Deryaya Mekranê, Tengava Besra û Hurmizê tetbîqatên hepar pêk bînin.”