Îran: Sandina hêzên PKK-PJAKê bo Qerebaxê tenê îdiayek e
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê li nûçeyên medya tirk ên derbarê şandina hêzên bi ser PKK-PJAKê ve bo şerê Qerebaxê li kêleka Ermenistanê ragihand ku çûna hêzên PKK û PJAKê ji bo herêma Kafkasê ba piştevaniya artêşa Ermenistanê nihe tenê îdiayek e.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetibzade di civîneke rojnamevanî de li ser mijarê got: “Ew a ku tê gotin PKK, PJAK û herwiha komên terorîstî yên tekfîrî yên Sûriyê ji bo herêma Kafkasê hatine veguhestin, niha dengoyên cihê gumanê ne û nehatine piştrastkirin.”
Seîd Xetibzade destnîşan kir, “Komara Îslamî ya Îranê rê nade ew kom sînorê bakurê welat bikin navenda metirsiya dijî asayişa niştimanî ya Îranê. Veguhestina tevlîheviyê bo navçeya Kafkasê karesata gelek mezintir ji pirsgirêka Qerebax ye ji bo herêmê.”
Ajansa Anadolu ya Tirkiyê doh îdia kiribû ku di çend mehên derbasbûyî de PKKê 300 gerîla veguhestine Ermenistanê û rahênanê bi milîsên Ermenî dikin.
Li aliyê din li gorî çavkaniyên SOHRê jî Tirkiyê heta niha 850 çekdarên opozisyona Sûriyê bo şerê Qerebaxê da ku li kêleka Azerbaycanê şer bikin şandine herêmê û 28 ji wan jî di du rojên dawî de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin