Îranê spasiya Mesrûr Barzanî kir: Em hêvîdarin pêwendiyên me wek berê bihêz bimînin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi nameyekê pîrozbahî li Serokê hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan kir.
Wezareta Derve ya Îranê li ser nameya pîrozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek şand û ragihand: “Em ji bo peyama we ya pîrozbahiyê spasiya we dikin. Em hêvî dikin pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê weke berê bi îstiqrar û bihêz bimînin.”
Peyama Serokwezîr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nameya xwe de gotibû: “Bi navê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim, bi boneya wergirtina baweriya gelê Îranê û hilbijartina we, wek nehemîn Serokê Komara Îslamî ya Îranê.
Em hêviya serkeftinê ji we re dixwazin û hêvîdar in plan û bernameyên kabîneya we, geşepêdan û pêşkeftina zêdetir ji gelên Îranê re bîne. Herwiha peywendiyên aborî, siyasî û çandî yên Komara Îslamî ya Îranê li gel Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî, pêşketinên berçav bibîne.”
Serokwezîr Barzanî got: “Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hevkar dibin û dixwazin li ser bingeha rêzgirtin û dostaniya dualî, baştirîn pêwendiyên me bi Komara Îslamî ya Îranê re hebin û bi hev re kar ji bo aştî, aramî û pêşkeftinên zêdetir li navçê de bikin, bi taybetî em têkiliyên bazirganî û aborî bipêş bixin, da ku asta jiyana welatiyên xwe baştir bikin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Herêma Kurdistanê û Îranê peywendiyeke wan a demdirêj heye ku dikare bibe zemîneke guncayî ji bo hevtêgihîştina zêdetir, nehîştina her astengî û pirsgirêkan û danîna peywendiyên ku hêviyên her du aliyan pêk bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin