Îran: Trump bo rewsa giran a ku ketiyê vesêre Îranê tohmetbar dike

24 December 2020 14:00 0 dîtin
Îran: Trump bo rewsa giran a ku ketiyê vesêre Îranê tohmetbar dike

PeyamaKurd Wezareta Derve ya Îranê, li ser tohmetbarkirina Îranê ya di derbarê êrîşa ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve, hişyarî da Trump.

Wezareta Derve ya Îranê, îro bi beyanameyekê, tohmetbarkirina Îranê ya di derbarê êrîşa ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve wek ‘’Dubare û ji rastiyê dûr’’ pênase kir.

Wezareta Derve ya Îranê hişyarî da Amerîkayê û fikra êrîşa ser Îranê û ragihand:

 ‘‘Hikûmeta Amerîkayê berpirsê her karekî li dijî Îranê ya di vê demê de ye.’’

Wezareta Derve ya Îranê dide zanîn:

‘‘Serokê Amerîkayê Donald Trump, bo rewşa giran a ku bixwe ketiyê veşêre,  Îranê tohmetbar dike.’’

Wezareta Derve ya Îranê red kir, welatê wan li pişt êrîşa mûşekî ya li ser balyozxane û berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê ne û destnîşan kir:

‘‘Amerîka û hevbeşên wê, li Rojhilata Navîn hewla zêdekirina aloziyên nû didin.’’

Di derbarê egera êrîş û derbe li Îranê dayinê de jî, Wezareta Derve ya Îranê hişyarî da, ku Donald Trump nabe di dema dawiyê ya serokatiya xwe de tu pêngaveke metirsîdar li dijî Îranê bavêje.