Kurdistan | Rewsa koronayê car din giran dibe: 8 wefat û 1144 pêketiyên nû
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1144 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro înê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1144 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 398 kes li Hewlêrê, 342 kes li Silêmaniyê, 365 kes li Duhokê û 39 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê diyar kir ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 760 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 118 kes li Hewlêrê, 217 kes li Silêmaniyê, 460 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 45 kes li Germiyanê ne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 201192 kesan, ya mirinan bû 4568 kes û heta niha 183989 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin