Rewsa Koronayê li Herêma Kurdistanê: 15 nexwesan can dan
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de, 480 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 15 kesan can dan.
Wezareta Tendirustiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir; di 24 saetên borî de, 480 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 223 kes li Hewlêrê, 74 kes li Silêmaniyê, 156 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 20 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.
Herwiha diyar kir, di nav 24 saetan de, 15 kesan can dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 558 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 200 kes li Hewlêrê, 94 kes li Silêmaniyê, 222 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 14 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî: Pêketin: 372605, Mirin: 6789, Başbûn: 359200
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin