Hewramî: Armanca me ji rûpela nû ew e ku em bi hev re rewsa Herêma Kurdistanê diyar bikin
PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di hevpeyvîneke taybet a bi K24ê re, li ser mijarên niha yên Herêma Kurdistanê, pêwendiyên YNK û PDKê, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê axivî.
Hêmin Hewramî di heveyvîna xwe de da zanîn: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 3 - 6 Mijdara 2022an de kongreya xwe ya 14emîn li dar xist. Di kongreyê de serkirdayetiyek nû hilbijart û biryar da vê kongreyê bike xalake werçerxane di pêwendiyên xwe yên bi partiyên siyasî re û “rûpeleke nû” veke.
Hêmin Hewramî eşkere kir: “Armanca me ji rûpela nû ew e ku em bi hev re rewşa Herêma Kurdistanê diyar bikin û bi hev re nexşerêyekê amade bikin.””
Endamê Polîtburoya PDKê destnîşan kir: “500 milyon dolar ji bo Wezareta Darayî tê dayîn û hemû jî ji bo mûçeyan tê terxankirin, tevî wê jî pêwîstiya hikûmetê bi 620 milyon dolarî ji bo mûçeyan heye, kêmasiya wê jî ji dahata neneftî tê dabînkirin.”
Herwiha diyar kir: “Birêz Mesrûr Barzanî çendîn çaksaziyên rîşeyî pêk anîne û xerciyên hikûmetê ji 240 milyon dolaran daxistiye 60 milyon dolaran. Her wiha dahata petrolê ku berê ji sedî 23 vedigeriya Wezareta Darayî, niha ji sedî 43 vedigere Wezareta Darayî û bêyî komkirina bac û risûmatan û bêyî ku ti bacekê zêde bike, dahat birêk xist.”
Hemin Hewramî tekez kir: “Eger ne ji çaksaziyên Mesrûr Barzanî bûya, tiştek bi navê qewareya Herêma Kurdistanê nedima.”
Di berdewamiyê de got: “Baweriya me bi karkirina hevbeş heye, baweriya me bi birayên mezin û birayên biçûk nîne, li pêşiya çaksaziyê em wek hev in, divê berpirsyarî jî were hilgirtin, lê mixabin di dahata navxwe ya Silêmaniyê de şefafiyek nîne.
Hêmin Hewramî da zanîn: “Ji deriyên sînorî yên Hewlêr û Duhokê % 68ê dahatê tê komkirin, lê tenê % 32 ê dahatê ji Silêmaniyê tê vegerandin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaza çaksaziyan ji bo zêdekirina dahatê û nehiştina qaçaxçîtiyê kir, ji bo vê yekê jî biryar hat dayîn ku hêzeke hevbeş a Wezareta Navxwe û Pêşmerge di bin desthilata Cîgirê Serokwezîr de were avakirin. Lê hinek endamên YNKê ji me re gotin ku ew hêz nikare derbasî deriyên sînorî yên Silêmaniyê bibe.”
Herwiha Hêmin Hewramî diyar kir: “Parlamentoya Kurdistanê ji ber astengiyên li pêş hilbijartinên giştî, temenê xwe ji bo saleke din dirêj kir û hilbijartina jî ji bo salekê hat paşxistin.”
Hewramî got: “Pêwîstiyên sereke yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, sererastkirina yasaya komîsyonê, jinûve aktîfkirina komîsyonê, sererastkirina yasaya hilbijartinan, pêşdaçûna bi tomara dengderan, amadekirina zemîneya hilbijartinan e, lê ji van ti gav jî nehatine avêtin.”
Hêmin Hewramî teqez kir: “Tenê PDKê natirse ku biçe nava hilbijartineke nû û ew niha ji hilbijartinan re amade ne.”
Hewramî eşkere kir: “Bila Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya ku piraniya wê ji PDK'ê ne ji nû ve bê aktîfkirin, qeyda dengdêran a Iraqê bîne, her tiştê ji bo şefafiyê pêwîst be bê kirin, yasaya hilbijartinê were sererastkirin, di sê hefteyan de astengiyên yasayî nemînin, ji bo di destpêka sala bê de yasa were sererastkirin û Serokê Herêma Kurditanê roja 1'ê Adarê ji bo hilbijartinan diyar bike.”
Derbarê kêlgeha gazê ya Kormorê de, Endamê Polîtburoya PDKê destnîşan kir: “Mixabin hinek rayedarên navçeyê daxwaza pişkê jê dikin, ev mijar bi jêrxaneya aborî ve girêdayî ye, petrol û gaz milkê Herêma Kurdistanê ye.”
Hewramî diyar kir: “Ji sedî 94 ê hinardekirina petrolê ji Hewlêr û Duhokê tê, eger em gazê bidin santralên elektrîkê dê 1250 megawatt din jî berhemanîna elektrîkê zêde bibe. Ew ên rêgiriyê dikin ku gaz negihe santralên elektrîkê, mehane ziyana 90 milyon dolar digihînin hikûmetê.”
Endamê Polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî herî dawî tekezî li ser wê yekê kir ku PDK ji diyalog û çareserkirina pirsgirêkan re vekirî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin