Îran, wan girtiyan radestî Herêma Kurdistanê dike
PeyamaKurd- Berpirsê Pêwendiyên Herêma Kurdistanê yê Îranê ragihand ku Îran îro bi rêya Deriyê Sînor ê Hacî Omeran, 4 girtiyên siyasî radestî Herêma Kurdistanê dike.
Berpirsê Pêwendiyên Herêma Kurdistanê yê Îranê Ebdullah Akreyî ragihand ku ev 4 girtiyên welatiyên Herêma Kurdistanê, 1 sal û 2 meh in di girtîgehên Îranê de ne.
Ebdullah Akreyî da zanîn ku çend car xizmên girtiyan serî li rayedarên Herêma Kurdistanê dane û daxwaza berdana wan kirine û diyar kir ku wan pêwendî bi rayedarên Îranê re danîne û bi erênî bersiva wan hatiye dayîn ku dê bên berdan, lê ji ber sedemên teknîkî prose bi derengî ketiye.
Akreyî da zanîn ku 4 girtiyên navborî, ji ber sedemên siyasî hatine girtin û bi biryareke siyasî hatine berdan û da zanîn ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê, di hemû waran de baş in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin