PDKÎ: Me 2 sîxûrên Îranê radestî Dadweriya Herêma Kurdistanê kir

14 December 2021 17:07 0 dîtin
PDKÎ: Me 2 sîxûrên Îranê radestî Dadweriya Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKΖ Rojhilat) du kes girtine ku di êrîşa moşekî ya dijî baregeha wan a li Herêma Kurdistanê de, ji Îranê re sîxurtî kiribûn.

PDKÎ bi daxuyaniyekê eşkere kir, piştî lêpirsîn û lêkolînên berfireh wan du kes girtine ku wek pêşmerge xwe xistibûn nav rêzên wan lê di rastiyê de sîxurên Îranê bûne û bo xirabkarî û terorkirina endam û serkirdeyên wan tevlî wê partiyê bûne.

PDKê daye zanîn, wan sîxuran li ser êrîşa moşekî ya 8ê Îlona 2018 agahî dane pasdarên Îranê û wan jî baregeha wan moşekbaran kiribû.

Di daxuyaniya PDKÎyê de hatiye gotin, wan sîxuran ku navê yekê Keywan (navê wî di nav partiyê de Soran bûye) Feyzî û navê yê din jî Feraz Selewatî ye û her du jî xelkê bajarê Sine ne, di lêpirsînê de li sîxurtiya xwe mukir hatine û her tişt qebûl kirine.

PDKê daye xuyakirin, rêveberiya partiyê gihîştiye wê encamê ku wan sîxuran teslîmî dadweriya Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku ew sûc li Herêma Kurdistanê bûye û wek rêz bo serweriya Herêma Kurdistanê ew tohmetbar teslîmî dadweriya Herêma Kurdistanê hatine kirin.