Îranê 2 girtiyên din ên Kurd bidarve kir

24 January 2024 19:46 0 dîtin
Îranê 2 girtiyên din ên Kurd bidarve kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi biryara dadgeha rejîma Îranê du girtiyên din ên Kurd îro 24ê Çileyê hatin bidarvekirin. Îranê doh jî 2 girtiyên Kurd ên bi navên Mihemed Qebadlo û Ferhad Selîmî bidarve kiribû.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê îro Çarşemê ragihand, du girtiyên kurd ên berê bi tometa pêwendiya wan bi madeyên hişbir ve heye hatibûn girtin û piştre ji aliyê Saziya Dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê ji wan re hatibû dayîn, hatina îdamkirin.

Hate diyarkirin, 2 girtiyên kurd ên bi navên Ehmed Haêrî û Selman Selîmî ku xelkê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ne, li girtîgeha navendî ya Hemedanê hatin bidarvekirin.

Nûçeya darvekirina wan herdu girtiyên kurd di çapemeniya Saziya Dadweriya Îranê de nehatiye belav kirin.