Îranê 3 girtiyên din ên Kurd bidarve kir
PeyamaKurd - Rejîma Îranê li girtîgeha Urmiyê 3 girtiyên din ên Kurd, ku do veguhestibûn odeyên takekesî, îro bidarve kir.
Li gor raporta Komeleya Mafên Mirova ya Hengaw îro cezayê 3 girtiyên Kurd ên bi navên Hemze Rezayî yê xelkê Selmasê, Sipêhr Ebasnijad û Îskender Zari yên xelkê Urmiyê, li girtîgeha navendî ya Urmiyê ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hatin bidarvekirin.
Ew hersê hemwelatiyên Kurd, berî niha bi tohmeta bazirganiya bi madeyên hişber hatibûn girtin û ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê ji wan re hatibû dayîn.
Li gor amarên tomarkirî yên navenda amar a Hengaw, di 4 mehên borî de herî kêm 20 hemwelatiyên Kurd li girtîgehên Îranê hatine bidarvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin