Îranê Balyozê Almanyayê vexwend Wezareta Karên Derve
PeyamaKurd – Îranê li hember daxuyaniyên rayedarên Almanyayê yên derbarê Îranê de, ragihand ku Balyozê Almanyayê yê li Tehranê vexwendiye Wezareta Karên Derve ya Îranê.
Di daxuyaniyeke li ser malpera Wezareta Derve ya Îranê hatiye belavkirin de hat diyarkirin, Balyozê Almanyayê li Têhranê Hans Udo Muzel, ji ber berteka li hember daxuyaniyên destwerdanê yên rayedarên Almanyayê li bara pêşhatên navxweyî yên Îranê û berdewamiya "helwestên piştevaniyê yên tevlihevî û nearamiyê" ji aliyê rayedarên Alman ve, ji bo Wezareta Karên Derve hat vexwendin.
Di daxuyaniya navborî de hat ragihandin, nerazîbûna Tehranê ji Balyoz Muzel re hatiye ragihandin û bertek nîşanî berdewamiya "mudaxeleya ku nayê qebûlkirin li karên navxweyî yên Îranê" ye ji aliyê Almanyayê ve hatiye dayîn.
Di civîna ku li Wezareta Karên Derve hat lidarxistin de, ji Balyozê Alman re hat gotin, "standardên dualî" ji hêla rayedarên Alman ve ku "kiryarên talanker" ji bo kesên din baş dibînin û ji bo xwe xirab dibînin, pir xemgîn e.
Ji aliyê din ve hat ragihandin, Balyozê Almanyayê yê li Tehranê Hans Udo Muzel eşkere kiriye, “Wê peyama Îranê bigihîne welatê xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin