Îranê bertek ji helbesta ku Erdogan xwend re nîsan da: Dijî serweriya Azerbaycanê ye!

11 December 2020 20:00 0 dîtin
Îranê bertek ji helbesta ku Erdogan xwend re nîsan da: Dijî serweriya Azerbaycanê ye!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf, bertek nîşanî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da ku doh 10ê Kanûnê li paytexta Azerbaycan Bakuyê dema pîrozkirina şerê Qerebaxê helbestek xwendibû.

Zirîf  li ser hesabê xwe yê medya civakî bal kişand ser helbesta ku Erdogan dema merasîmê xwendiye û got, “Ma wî qet ferq nekir ku ew li dijî serweriya Komara Azerbaycanê diaxive?”

Erdogan di merasîmê de beşek ji helbesta Bahtiyar Vahapzade ya "Ji xakê par çênabe” xwendibû ku tê de dibêje, “Aras veqetandin/ bi Qirimê tije kirin/ Nedibû ji te cuda bibim/Ay Laçîn can Laçîn/Ez qûrbana te bim Laçîn..”

Zerîf got: “Xuyaye kesî ji Erdogan re negotiye, ew helbest li ser veqetandina bi zorê ya herêmên bakurê rûbara Arasê ji xaka Îranê hatiye nivîsandin! Gelo wî ferq nekir ku li dijî serweriya Komara Azerbaycanê diaxive? Ti kes nikare li ser Azerbaycana me ya ezîz wiha biaxive."

Li aliyê din Wezareta Derve ya Îranê jî Balyozê Tirkiyê yê Tehranê li ser mijra xwendinê helbestê vexwend wezaretê daku raveyekê bide rayedarên Îranê.