Partî û saziyên ku bo Kongreya Diyaloga Neteweyî nehatibûn vexwendin, bi bertek in
PeyamaKurd – 35 partiyên siyasî, sazî û tevgerên civakî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, li ser “Kongreya Diyaloga Neteweyî” ya li Şamê pêk hat daxuyaniyeke hevpar da.
Hêzên ku ev daxuyanî îmze kirin, hilbijartina yekalî ya beşdarên diyalogê û nîşandana wan wekî nûnerên rewa yên herêmên Sûriyeyê rexne kirin û dan xuyakirin ku ev rêbaz ji rêbazên îhmalkirin û înkarê yên rejîma Be’sê ne cudatir in.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo diyalogeke rasteqîn bi pêş bikeve, divê nûnerên hemû aliyên siyasî, civakî û sivîl beşdarî kongreyê bibin, eger nebe encamên kongreyê dê bê wate bin, di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku nûnerên rasteqîn ên hemû pêkhateyan û hêzên siyasî û leşkerî li her herêmeke “Sûriyeyê hene”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin