"Nebûna Kurdan di komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî de sasiyeke mezin e"

14 February 2025 09:05 0 dîtin
"Nebûna Kurdan di komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî de sasiyeke mezin e"

PeyamaKurd - Encumena Niştimaniya Kurd a Sûriyê (ENKS) nebûna Kurdan di komîteya amadekariya kongreya niştimanî de weke “şaşiyeke mezin” bi nav kir.

Di daxuyaniya ENKSê ya doh de, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku cihêrengiya siyasî û etnîkî li Sûriyê divê di komîteya amadekariya kongreya niştimanî de ku di 11ê Sibatê de biryar hat dayîn, were dîtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê bi ser bikeve, divê komîte nûnerên rasteqîn ên hemû pêkhateyan pêk bîne û wiha hat gotin: "Daxistina nûnerê Kurd ji komîtê xeletiyeke mezin e û divê bi nirxandina pêkhateya komîteyê bê sererastkirin. Pêwîst e Kurd û hemû pêkhateyên din bi awayekî adil û bi bandor beşdarî komîteyê bibin."