Rapora Komîteya NY: Destê Tirkiyê di îskencekirina Kurdan de heye...

13 September 2023 18:33 0 dîtin
Rapora Komîteya NY: Destê Tirkiyê di îskencekirina Kurdan de heye...

PeyamaKurd – Komîteya Lêkolîna Serbixwe ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya nîvê sala 2023 ya Sûriyê eşkere kir. Di raporê de tê gotin, di 6 mehên destpêka îsal de, komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gelek binpêkirin li gundewarê Helebê û Serê Kaniyê kirine ku Kurdan bi tometên pêwendiyê digel HSD û YPG digrin û îşkence dikin.

Herwqiha hatiye diyarkirin ku berpirsên Tirkiyê jî, destê wan di îşkencekirina Kurdan de li wê herêmê heye.

Di raporaKomîteya Lêkolîna Serbixwe ya NY de hate eşkere kirin, ji meha Çileyê heta Hezîrana 2023an komên çekdar ên dijberiya Sûriyê li gundewarê Heleb û Serê Kaniyê kiriyarên xirab, îşkencekirin û  girtina bi zorê kirine û piraniya qurbaniyan jî Kurd in.

Herwiha tê gotin, Kurdên têne girtin bi tometa pêwendiya digel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têne girtin û di zindanan de rastî îşkenceyên xirab tên.

Komîteyê daye zanîn, ew di lêkolînên xwe yên derbarê bûyerên destrêjiya seksî û ji xeynî wê awayên tundiyê ku çekdarên dijberiya Sûriyê dikin didomînin.

Di raporê de tê destnîşankirin, berpirsên Tirkiyê jî destê wan di binpêkirinan de hene û efserên Tirk yên ku li wê navçeyê hatine erkdar kirin sivikatî bi girtiyên Kurd kirine û ew îşkence kirine.

Li ser bûyera Newrozê û kuştina sê welatiyên Kurd li Cindirêsê jî hate gotin, dibe ew kuştin bigihe asta tawana şer.