YNK ji bo amadekariyên kongreya pêncemîn li Hewlêrê dicive
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Polîtburo û Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro 27ê Tebaxê Yekşemê li Hewlêrê ji bo amadekariyên kongreya xwe ya pêncemîn bi seroktiya Bafel Talebanî dicive.
Li gorî ragihandina medya YNKê, mijara sereke ya civînan amadekariyên kongreya pêncemîn a YNKê ye û wê gotûbêj li ser destnîşankirina komîteya amadekar a kongreyê bê kirin.
Hatiye diyarkirin ku komîteya bilind a amadekirina kongreyê ji berpirsên Dezgeha Hilbijartinan a YNKê, Komîta Rêxistinê, Borda Navenda Karûbarên Yasayî û Berpirsê Navenda Lêkolînê pêk tê.
Polîtburoya YNKê herî dawî 20ê Tebaxê li Kerkûkê civiyabû û biryar hatibû dayîn, 27ê Îlona 2023an kongreya pêncemîn were lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin