Parêzgarê Hewlêrê: Me amadekariyên pêwîst ji bo pêswazîkirina tûrîstên olî yên Îranî kirine
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, me amadekariyên pêwîst ji bo pêşwazîkirina tûrîstên olî yên Îranî kirine.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw diyar kir, me amadekariyên pêwîst ên ji bo pêşwazîkirina tûrîstên olî yên Îranî kirine.
Umêd Xoşnaw eşkere kir, di warê xizmetguzarî, cihê mayîn, xizmetguzariyên tendirustî û di warê ewlekarî de tevahiya amadekariyên pêwîst ji bo pêşwazîkirina tûrîstên Îranî yên ku bi mebesta serdana cîhên olî yên Iraqê bi rêya Kurdistanê dikin, hatine kirin.
Hêjayî gotinê ye, biryar e ji bo beşdarbûna erbeînê bi rêya deriyên sînorî yên Kurdistanê jî gelek tûrîstên olî yên Îranî bi rêya Kurdistanê re serdana Iraqê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin