Serok Barzanî bo parêzgarê Hewlêrê: Çi pêwîst be di zûtirin demê de bikin

17 December 2021 17:38 0 dîtin
Serok Barzanî bo parêzgarê Hewlêrê: Çi pêwîst be di zûtirin demê de bikin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêwendiyeke telefonî ligel Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pêk anî û nîgeraniya xwe derbarê rewşa wan cihên ku ziyan ji lehiyê dîtine nîşan da û hevxemî û sersaxî da malbatên qurbaniyên bobelata lehiyê.

Serok Barzanî got, di zûtirîn demê de her çi pêwîst be, ji bo bi hawarhatina ziyandîtiyan û hevkariya bi wan re bikin.

Parêzgarê Hewlêrê ji Serok Barzanî re behsa rewşa cihên ziyan dîtine, proseya hawarhatin û rizgarkirinê û karên tîmên hawarhatinê kir.

Xoşnaw ji Serok Barzanî re teqez kir, tevahiya sazî, dezgeh û aliyên pêwendîdar di amadebaşiyê de ne û kar ji bo şopandinê dikin û her çi ji bo ziyandîtiyan pêwîst be ew ê bikin.

Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi berdewam ligel wan li ser xetê ye, ji bo encamdana her tiştê ku ji bo hevkariya ziyandîtiyan pêwîst be.