Komîteya ji bo Konferansa Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê hat avakirin: Kurd ne tê de ne
PeyamaKurd - Di komîteya amadekar a ji heft kesan de ku ji bo Konferansa Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê hatibû avakirin, nûnerên Kurd tune bûn. Encumena Niştimaniya Kurd a Sûriyê (ENKS) ragihand ku ew ê li hember vê rewşê bertek nîşan bidin û helwesteke fermî diyar bikin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya Sûriyeyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku komîteyeke amadekar a Konferansa Diyaloga Niştimanî ya ji bo pêkanîna pêvajoya nû ya siyasî ya Sûriyeyê hatiye avakirin.
Di daxuyaniyekê de li ser malpera fermî ya Serokatiyê hate gotin ku "Li ser esasê berjewendiyên bilind ên neteweyî komîteyeke amadekar ji bo Konferansa Diyaloga Niştimanî hate avakirin, ji bo bersivdana pêwîstiyên vê qonaxa dîrokî û dabînkirina hêviyên gelê Sûriyê."
Di komîteya amadekar de Hasan Dîgaym, Mahîr Alluş, Muhammed Mûsettet, Mustafa El-Musa, Yusuf El-Hacir, Hind Kabawat û Huda El-Atasî cih digirin. Hat diyarkirin ku wê xebatên Komîteyê bi danezana dawî ya ku di dawiya Konferansê de bê weşandin bi dawî bibe.
"Em ê ji hemû beşên civakê re îmkanên beşdariyê peyda bikin"
Di daxuyaniya xwe ya roja 29.12.2024an de, Serokomarê Sûriyê Ehmed Şare tekez kir ku Konferansa Diyaloga Niştimanî wê berfireh be û ev daxuyanî da:
“Em ê derfetê bidin hemû beşên civakê ku beşdarî vê konferansê bibin. Em ê mijara Sûriyeyê şîrove bikin. Em ê dengdana biryarên girîng û hesas ên di serdema veguhêz de bên girtin ji beşdarên konferansê re bihêlin.”
“Kurd ne di komîteyê de ne, li ser me nîqaş nehat kirin”
Ji aliyê din ve Berdevkê ENKSê Feysal Yûsif ji Rûdawê re got, "Di nava endamên komîteyê de ti Kurd nînin, ti gotûbêj li ser vê mijarê bi me re nehatine kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin