Îranê biryar da malbatên kesên di balafira Ukraynayê de mirine qerebû bike

30 December 2020 21:14 0 dîtin
Îranê biryar da malbatên kesên di balafira Ukraynayê de mirine qerebû bike

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina serokomariya Îranê, wê Îran malbatên 176  kesên di balafira Ûkraynayê ya ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû xistin qerebû bike.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Şêwirmendiya Hiqûqê ya Serokomariya Îranê biryar daye serê her kesê ku di balafirê de miriye 150 hezar dolaran bide malbatên wan.

Balafira Ukraynayê ya cureya Boeing 737 8 Çileya 2020an dema ji Tehranê diçû Kîevê tevî 176 rêwiyên tê de, bi moşekên Îranê hatibû xistin û ti kes jê rizgar nebûbû.

Rayedarên Îranê piştre ragihandibûn ku balafir bi şaşî hatiye xistin.

Herî dawî hatibû ragihandin ku piştî hevdîtinên dualî Îranê qebûl kiriye malbatan qerebû bike.