Îranê daxwaza parastina sand û nûnerên xwe yên dîplomatîk ji Iraqê kir
PeyamaKurd – Îranê êrîşên li hemberî şand û nûnerên dîplomatîk ên welatê xwe şermezar kir û ji Iraqê daxwaza parastina wan kir.
Li gor Berdevkê Wezareya Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade diyar kir: “Em her cûre êrîşan şermezar dikin, ku bi ser şand û nûnerên dîplomatîk de têne kirin û em ji Iraqê daxwaz dikin ku ji bo parastina silametî û asayîşa cihên dîplomatîk, rêkarên pêwîst pêk bîne.”
Herwiha ajansa nûçeyan a Faris destnîşan kiriye ku Seîd Xetîbzade amaje bi êrîşên li dijî dîplomatkarên Îranê yên li Iraqê kiriye û berê jî daxwaz kiriye ku Hikûmeta Iraqê ji bo parastina silametî û asayîşa deverên ku şanderên dîplomasiyê tê de ne, rêkarên pêwîst pêk bîne.
Roja 15ê Îlonê, Balyozxaneya Brîtanyayê ragihandibû ku bombeyeke çêkirî ya navxwe ya Iraqê bi wesayeteke dîplomasiyê, di ya balyozxaneya wan de teqiyaye, lê ziyaneke canî çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin