Îranê dest danî ser kestiyeke bargir
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hêzên Pasdaran ên rejîma Îranê, li Kendava Besrayê dest danîne ser keştiyeke bargir û 14 personelên wê desteser kirine.
Rejîma Îranê angaşt ku ev keştiya ku dest daniye serê, bi deryasayî sotemeniyê bar kiriye.
Fermandarê Hêza Deryayî ya Pasdaran Haydar Huneryan Mucered di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de got: "Keştiyeke bargir a bi ala welatekî zeryayî, li nêzîkî peravên Buşehrê, ji ber 2 milyon lître sotemeniya qaçax hilgirtiye, ji aliyê hêzên Pasdaran ve hate desteserkirin."
Mucered angaşt ku keştî, bi biryara dadgeha rejîmê hatiye desteserkirin û da zanîn ku14 personelên keştiyê ku hatine desteserkirin 2 jê ji welatên Asyayê, hemû biyanî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin