Îranê, li Berava Basrayê dest danî ser kestiyeke barkirî
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, li Berava Basrayê, li dijî keştiyeke bi sotemeniya qaçax barkirî bûye, operasyonek hatiye lidarxistin û hêzên Îranê dest danîne ser keştiye.
Di agahiyên ku bi rêya ajansê hatin parvekirin de hat ragihandin ku Serokê Berê yê Erka Dozgeriya Eyaleta Hurmuzganê Mucteba Kahramanî ragihandiye ku li Berava Basrayê, keştiyeke ku bi sotemeniya kaçax barkirî bûye, ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye desteserkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku operasyona li dijî vê keştiyê, ji aliyê Hêzên Deryayî yên Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê ve hatiye kirin û di encama vê operasyonê de 11 milyon lître sotemeniya qaçax hatiye desteserkirin û hêzên arêşê hem dest danîne ser keştiyê hem jî qaptan û xebatkarên keştiyê hatine desteserkirin.
Hat zanîn ku qaçaxvanên li Îranê ne, berhemên sotemeniyê yên ku dewlet baca wê kêm dike, hewil didin veguhêzînin welatên din û bifiroşin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin