Îranê êrîsên ser deverên petrol û gazê wek mijareke navxwe ya Iraqê pênase kir
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, li ser pirsa rojnamevanan êrîşên ser kelgehên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê, wekî pirseke navxwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi nav kir û got ku divê Hewlêr û Bexda bixwe wan nakokiyan çareser bikin.
Seîd Xetîbzade, li ser pirsa rojnamevanekî ya derbarê helwesta Îranê bo nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser dosyeya petrol û gazê û êrîşên li ser qada gazê ya Kormorê, got ku ew bi hestyarî û ji nêzîk ve mijarên navxweyî yên Iraqê dişopînin.
Tevî ku milîsên bi ser Îranê ve bi awayekî eşkere êrîşan dikin û gefan li Herêma Kurdistanê dixwin jî Xetîbzade diyar kir ku ev mijar navxweyî ne û têkiliya wan bi Iraqê ve heye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê li ser mijarê wiha axivî: “Herêma Kurdistanê di salên borî de nîşan daye ku bi Hikûmeta Iraqê re gihîştiye têgihîştin û edebiyateke hevbeş û Îran jî berdewam bi yekrêzî û nêzîkbûna hikûmeta Iraqê û beşên cuda yên wî welatî ye û niha jî her li ser wê baweriyê ne û hewl dane ew alî nêzîkî hev bibin û em hêvîdarin ew nakokî kêm bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin