Îranê girtiyekî siyasî yê Kurd di bin îskencê de kust
PeyamaKurd – Îranê girtiyekî siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, di girtîgehê de, di bin îşkencê de kuşt.
Malpera Mafên Mirova ya Hengawê diyar kiriye, çalakvanê siyasî yê Kurd Yasir Mengurî, du meh berê li ber mala xwe li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin û derbasî girtîgeha Ûrmiyê hatibû kirin.
Li gorî zanyariyan, çend roj berê malbata wî girtiyê Kurd hatibû agahdarkirin ku Yasir “di şer de” hatiye kuştin!
Lê malbata wî dibêjin, Yasir tevlî ti şerekî nebûye û li ber mala xwe hatiye girtin ji ber wê jî kurê wan di bin îşkencê de hatiye kuştin.
Do li Pîranşarê şîna Yasir Mengurî hat girtin, lê hîn termê wî teslîmî malbata wî nehatiye kirin.
Yasir Mengurî beriya niha jî bi tohmeta alîkarîkirina partiyeka Rojhilatî rastî lêpirsînê hatibû.
Yasir Mengurî bavê du zarokan bû.
Li gorî amarên Hengawê, ji sala 2017 heta niha herî kêm 23 girtiyên Kurd di bin îşkencê de hatine kuştin ku 15 kes ji wan siyasî bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin