Îranê ji bo peyva ‘Kendava Erebî’ bertek nîsanî Rûsyayê da: Pûtîn nameya Xamaney negirt!

08 February 2021 17:17 0 dîtin
Îranê ji bo peyva ‘Kendava Erebî’ bertek nîsanî Rûsyayê da: Pûtîn nameya Xamaney negirt!

PeyamaKurd - Îranê li ser bikaranîna peyva “Kendava Erebî” li şûna “Kendava Fars” nerazîbûn nîşanî Rûsyayê da û ragihand, Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser hesabê xwe yê twitterê peyveke sexte bikar aniye.

Wezareta Derve ya Rûsyayê, li ser rûpela xwe ya Twitterê ya bi zimanê Erebî di nûçeya hevdîtina Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ligel Balyozê Iraqê yê Moskowê de, peyva "Kendava Erebî" bikar anîbû.

Wezareta Derve ya Îranê bertekî nîşanî Rûsyayê da ji ber ku ew peyv bikar aniye û da xuyakirin, wan bi fermî nerazîbûna xwe gihandiye aliyê Rûsî, ji ber ku li şûna Kendava Fars “peyveke sexte” ango (Kendava Erebî) li ser twîttera Wezareta Derve ya Rûsyayê hatiye bikaranîn.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade li ser mijarê got: “Nameya nerazîbûnê bi rêya balyozxaneya welatê me li Moskowê radestî Wezareta Derve ya Rûsyayê hatiye kirin.”

Berteka Îranê ya dijî Rûsyayê li demeke ku Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di çarçoveya serdaneke fermî de li Moskowê ye û nameyeke Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xemanêyî pê re ye daku bide Serokê Rûsyayê Vladimir Putin. Li gor medyaya fermî ya Îranê, Putin red kiriye ku Qalîbaf bibîne û Putin gotiye, dê nûnerekî xwe bişîne cem Serokê Parlamentoya Îranê daku nameya Xemanêyî jê werbigire.