Li ser Îranê 2 gênca îdam kir û NY (UN) bertek nîsanî Îranê da: Îdaman rawestînin
PeyamaKurd – Dewleta Îranê di 24 ê Mijdarê, roja înê de 2 gêncên bi navên Hemîd Riza Azarî (17) û Milad Zohrevand (22) îdam kir, Neteweyên Yekgirtî (UN) li ser îdamê daxwuyanî da, îdamê şermezar kir û xwest ku Îran îdaman rawestîne.
Her dû xortên navborî bi sedema ku Jîna Mahsa Emînî ji terefê polîsê exlaq yê Tehranê de hatibû kuştin, hetibûn nav xwepêşandanan, hatin îdamkirin.
Berdevka NY Elizabeth Throssell di daxwuyaniya xwe de got ku bi îdamkirina her dû xortan xemgîn bûye û bangî Tehranê kir da îdaman rawestîne.
Li gor rêjeyên rapora Komela Mafên Mirovan ya Îranê (IHR) û Platforma li Hemberê Îdamê; di sala 2022an de Îran herî kêm 582 kesî îdam kiriye. Ev rêje ji sala 2015an heya niha rêjeya herî zêde ye ku Îran girtiyan îdam kiriye. Di sala 2021an de Îranê 333 kesan îdam kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin