Iraq | Agir bi zeviya petrolê ya Rumeyle ket

24 January 2025 16:25 0 dîtin
Iraq | Agir bi zeviya petrolê ya Rumeyle ket

PeyamaKurd – Li zeviya petrolê ya Rumeyle ku dikeve ser parêzgeha Besra ya Iraqê, şewateke mezin çêbû.

Hate ragihandin ku agir bi beşa parzûnkirina petrolê ya kargehê ketiye ku duxaneke mezin piştî şewatê derket.

 Li gorî zanyariyan tîmên agirkujiyê xebatên bo vemirandina şewatê didomînin û heta niha 3 kes di wê şewatê de birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, ji sê yekê petrola Iraqê li parêzgeha Besrayê tê derxistin ku hilberîna rojane bi qasî 1,45 milyon bermîlan e.