Iraq bertekê nîsanî balyozê Amerîka da

04 November 2018 14:01 0 dîtin
Iraq bertekê nîsanî balyozê Amerîka da

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Iraqê di derbarê biryara dorpêça ser Îranê de li dijî ragihandinên balyozê Amerîka yê Bexdayê bertek nîşan da û got ku hinek peyamên wî tenê karê hundir yê Iraqê eleqedar dike û li dijî kiryarên dîplomatîk in.

Berdevkê wezareta karên derve yê Iraqê Ahmed Mahcûb bi awayeka nivîskî ragihand ku ew beyanên balyozê Amerîka yê Bexdayê dişopînin ku hinek peyam di derbarê karên nava Iraqê xwe bi xwe de ne û wan eleqedar nake.

Sedema ku Iraq bertekê nîşanî balyozê Amerîka yê Bexdayê dide ew e ku şertekî Amerîkayê bo Îranê; daxwaza rêzgirtina li hukumraniya Bexdayê re ye û berdana çek ji aliyê Haşdî Şabî de ye. Ev yek Bexdayê aciz dike.