Iraq: Blinken kêfxwes e hikûmeta nû pistevaniya baskirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dike
PeyamaKurd – Serokkomariya Iraqê diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken kêfxweş e ku hikûmeta nû ya Iraqê piştevaniya başkirina pêwendiyên navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Li gor Serokomariya Iraqê da zanîn, Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd roja Înê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re pêwendiyeke telefonî pêk aniye. Di wê pêwendiya telefonî de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo bijartina Letîf Reşîd weke serokomar pîrozbahiya wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Wezîrê Karên Derve yê Amerîka kêfxweşiya xwe da nîşan da ku hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmetê bi awayekî aştîyane û demokrasiyane hat encamdan û hikûmet kar dike, da ku hemû armancên ku piştevaniya pêkanîna ewlehiyê li Iraqê dikin pêk bîne. Hikûmet jî piştevaniya pêşkêşkirina xizmetguzariyan û başkirina pêwendiyên navendê û Herêma Kurdistanê dike ku ev yek di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyên wê de ye.”
Hat ragihandin ku di pêwendiya telefonî de Serokkomarê Iraqê û Anthony Blinken tekezî li ser giringiya hevpeymaniya stratejîk a di navbera Iraq û Amerîkayê de li şerê dijî terorîstan li Iraq û navçeyê kirin û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê jî piştevaniya welatê xwe ji gelê Iraqê re tekez kir.
Herî dawî Serokkomarê Iraqê û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê beşdariya xwe di civîna bilind a avhewayê de ku biryar e roja Yekşemê li Misrê destpê bike gotûbêj kirin û Letîf Reşîd amaje bi çend kêşeyên jîngehê kir ku Iraq tûşî wan kêşeyan dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin