Îraq dest bi taqîkirina gorên komî yên êzdiyan dike

10 June 2019 00:01 0 dîtin
Îraq dest bi taqîkirina gorên komî yên êzdiyan dike

PeyamaKurd - Serokê Rêveberiya Nojdariya Şeriî ya Îraqê îro yekşemê got wê Îraq têstên DNA bikar bîne ji bo naskirina bermayên termên 141 kesan ku di korên bi kom de hatin dîtin û bawere ew yên qurbaniyên Êzdî ne ku li ser destê rêxistina teroîst DAIŞê hatibûn kuştin.

Zeyd el-Yûsif got rizgarbûyên Êzdî alîkar bûn di dîtina 12 goran de li herêma Şengalê. Îraq kar dike ji bo ku van bermayên termên Êzdiyan wek belge li ser gunehkariyên Daişê nîşan bide.

Ev erk bi piştgiriya tîmeke taybet a Neteweyên Yekgirtî birêve diçe. Êzdî bawer in ku hin cîranên wan ên Ereb di komkujiyên dijî wan de beşdar bûne.

Di meha Adarê de, Îraqê û Neteweyên Yekgirtî dest bi kolandina gorên gundê Koço kir, cihê ku bawere çekdarên Daişê bi sedan Êzdî kuştin di sala 2014ê de. Sê hezar Êzdiyên din hîn winda ne piştî ku çekdarên Daişê ew ji Şengalê revandin.