Hikûmeta Iraqê dest bi vekirina 6 gorên komî yên Singalê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundê Qinê yê başûrê rojhilatê Şingalê dest bi vekirina 6 gorên komî hatie kirin ku tê gotin, nêzî 100 kes di van goran de hatine komkujkirin.
Li gorî amaran di komkujiyên rêxistina terorîst DAIŞê yên sala 2014an de, heta niha 87 gorên komî hatine dîtin û 34 ji wan goran hatine vekirin.
Hikumeta Iraqê, beriya 3yê Tebaxê ango salvegera komkujiya Êzidiyên Şingalê bi destê DAIŞê bi demekê, ji nû ve dest bi kolandina gorên komî kiriye ku ev jî wekî şov tê nirxandin.
Hat zanîn li Başûrê rojhilatê Şingalê, li herêma gundê Qinê dest bi kolandina 6 gorên komî tê kirin ku termên derdora 100 kesan di van gorên komî de hene û piraniya van jî ji eşîra Mêrkan in û xelkê Til Qeseb, Til Benat, Solax û gundê Qinê yên Êzidiyan e.
Piştî derxistina rufatan wê ji bo testa DNA wan bişînin Bexdayê û piştî tesbîtkirina nasnameyên wan jî tê çaverêkirin bi merasîmekê li Şingalê werin veşartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin