Iraq hewlên dîplomatîk dide ku agirê ser beralî bike
PeyamaKurd – Hêzên siyasî yên Iraqî hewlên dîplomatîk didin da ku agirê şerê ku li herêmê geş dibe ji nav welêt derxînin.
Hêzên siyasî yên Iraqî bizavên xwe yên dîplomatîk zêde kirin ji bo rakirina agirê ku li herêmê gur bûye ji welêt. Bi taybetî gefên Îsraîlê yên vê dawiyê yên ji bo hedefgirtina komên çekdar û milîsên Iraqê, nîgeraniya Iraqiyan zêde kiriye.
Bi taybetî serkirde û hêzên Şîe daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî dikin ku gefa êrîşa Îsraîlê li gel welatên herêmê ji wan Urdin, Sûriye, Misir û Kendavê gotûbêj bike. Herwiha aliyê Amerîkî ji serkirdeyên Iraqî re gotiye, divê Iraq fişarê li Eniya Berxwedanê bike ku êrişên xwe li ser Îsraîlê rawestîne, da ku Îsraîl ti behaneyek ji bo êrişkirina Iraqê û armanckirina serkirdeyên wê nebe.
Artêşa Îsraîlê pêştir ragihandibû ku ji 7ê Cotmeha sala borî ve zêdetirî 170 êrîşên balafirên bêmirov ji aliyê Iraqê ve li ser xaka wî welatî hatine encamdan û ew êrîş bê bersiv namînin û wê bi tundtirîn awayê bersiva wan bê dayîn.
Endamê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Meclîsê Taleb Yesarî jî got, "Êrîşên moşekî yên Iraqê yên li ser Îsraîlê reftareke ne berpirsyar e. Nakokiyên di navbera koman û Îsraîlê de û moşek û balafirên bêpîlot ên ji Iraqê tên avêtin wê vekişîna hêzên biyanî ji wî welatî dereng bixe. Ev gavek e ji bo kişandina Iraqê di nav şer û pevçûnan de."
Li gorî pisporên ewlekariyê, êrîşên komên berxwedanê nexşeya şer guhertiye. Tevî ku balafirên bêpîlot û çekên pêşketî yên mîna navendên leşkerî yên ku di destê wan koman de ne, zexta li ser hêzên biyanî li Iraqê kêm kirine, lê Îran bûye metirsiyek cidî ji bo Îsraîlê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin