Iraq: Ji bo Sûriyê, pêdivî bi mêzênê, berfirehiyê û wexta dirêj heye

16 July 2024 22:58 0 dîtin
Iraq: Ji bo Sûriyê, pêdivî bi mêzênê, berfirehiyê û wexta dirêj heye

PeyamaKurd – Cîgirê serokêwezîr û hem wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ragihand; ji bo çareseriya mesela Sûriyê pêdivî bi mêzênê, berfirehiyê û wexta dirêj heye û ev gelek girînge.

Huseyîn, di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Xê de îro (16 Temmûz 2024) ragihand ku bi nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî yê Sûriyê bi Geir Pedersen re hevdîtin kiriye.

Li gor ragihandina Huseyîn; her dû li ser rewşa Sûriyê axifîne û dixwazin hewl bidin ku bi hevkarî mijara Sûriyê çareser bikin.

Fûad Huseyîn, di 11 Tîrmeha 2024an de ji bo kanalekî TV yê hevpeyvînekî kiribû û gotibû ku hewlên Iraqê hene da Tirkiyê û Sûriyê li Bexdayê bînin cem hev.