Iraq | Li Nînowayê 9 DAISî hatin girtin

06 December 2023 21:35 0 dîtin
Iraq | Li Nînowayê 9 DAISî hatin girtin

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Iraqê derbarê operasyonên li dijî DAIŞê yên li parêzgeha Nînowayê de, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama hinek operasyonên li nav sînorê parêzgeha Nînowayê hatin kirin de, 9 DAIŞî hatin girtin ku li gorî madeya 4 ya terorê lêgerîn li ser wan hebû.

Hate diyarkirin ku kesên hatine girtin, ji bo dadgehkirinê radestî Rêveberiya Îstîxbarat û Dijî Terorê ya Nînowayê hatine kirin.

Hate ragihandin ku 2 DAIŞî li rojavayê bajêr yên din jî li hinek tax û navçeyên li aliyê rast û çepê bajara Musilê hatine girtin.