Li Kampa Holê 11 DAISîyên din hatin girtin
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan di roja pêncan a Operasyona Ewlehiya Domdar de li kampa Holê hejmarek endamên din ên DAIŞê girtine.
HSDê ragihand ku 6 roj in Operasyona Ewlehiya Domdar li dijî Şaneyên DAIŞê li kampa Holê ya li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dewam dike û diyar kir, wan 11 endamên din ên DAIŞê girtine.
HSDê eşkere kir, wan lêgerînên li beşa “Mûhacîrat” û beşa Iraqiyan bi dawî kiriye û lêpisrîn bi 8 jinan re bi tawana kuştina jinekê kiriye.
Hêzên Sûriya Demokratîk daye xuyakirin, wan ji destpêka operasyonê ve 81 endamên DAIŞê girtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin