13 DAISîyên dixwestin ji Kampa Holê birevin di nav tanka avê de hatin girtin

09 April 2021 20:44 0 dîtin
13 DAISîyên dixwestin ji Kampa Holê birevin di nav tanka avê de hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 13 kesên endamên malbatên DAIŞê yên dixwestin ji Kampa Holê birevin û ji wir jî biçin bajaroka Girî Spî ya ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rojavayê Kurdistanê du ajokarên sehrîcên avê ku av digihandin kampê û 13 endamên malbatên çekdaran ku di nav de iraqî jî hebûn, girtin. Herwiha hat eşkerekirin ku wan ajokaran hewl didan komeke penaberên Iraqê ji kampê derxin.

Hêzên ewlekariyê di dema kontrolkirina wesayitên ku diçin û tên kampê de, 13 DAIŞiyên (8 iraqî û 5 sûrî û 4 jin) ku ketibûn nava sehrîcên avê (tankên avê) yên dihatin kampê dîtin.

Kesên hatine girtin mikur hatine ku niyet dikir ji Kampa Holê birevin bajarê Girê Spî yê niha di bin dagirkeriya Tirkiye û komên çekdarên wê de ye.

Dîsa hatiye diyarkirin ku navê wan kesên xwestine birevin ji aliyê çekdarên di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de hatine girtin jî hatibûn dayîn.