3 kesên ku hewl dan ji Kampa Holê birevin hatin girtin
PeyamaKurd - Li Kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku bi deh hezaran malbatên DAIŞê û penaber tê de dimînin, ev demeke ji aliyê Asyîşa Rêveberiya Xweser ve operasyoneke paqijkirinê hatiye destpêkirin ku li gorî daxuyaniyên dawî, heta niha 48 DAIŞê hatine desteserkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ragihand ku di roja çaremîn a operasyona paqijkirina kampê ji çekdarên DAIŞê û şaneyên razayî de, 3 kesên ku hewl dan di dema operasyonê de birevin hatin girtin.
Hat diyarkirin ku ji 3 kesên hatine girtin, yek wan jin e û lêpirsîna derbarê wan de dest pê kiriye.
Hêzên Asayîşa Rojava bi piştgiriya HSD û YPGê 25ê Tebaxê, qonaxa duyem a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê dane destpêkirin ku li gorî daxuyaniyên dawî heta niha 48 çekdarên DAIŞê hatine girtin û 54 çadirên DAIŞê di wan de perwerdeya tundrewiyê dida hatine rakirin.
Herwiha di çarçoveya operasyonê de, navên penaber û malbatên DAIŞê jî ji nû ve têne tomarkirin û sicîlên wan têne amadekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin