Rojava | Bi dehan kesên xwestin ji Kampa Holê birevin hatin girtin

03 August 2022 17:36 0 dîtin
Rojava | Bi dehan kesên xwestin ji Kampa Holê birevin hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Asayişa li Rojavayê Kurdistanê hewla revîna 56 endamên malbatên DAIŞê ji kampa Holê ya li Hesekê pûç kiriye û ew girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Rojavayê Kurdistanê, îro 3yê Tebaxê ragihand, duh Sêşemê danê nîvro hêzên wan barhilgireke desteser kirine ku hewl dida 56 endamên malbatên DAIŞê ji kampa Holê birevînin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, kesên hatine desteserkirin, 39 zarok û 17 jin bûn û herwiha qaçaxçîyên ew ji kampê derxistibûn jî hatine girtin.

Herwiha hat eşkere kirin ku hêzên Asayîşê di demên dawî de gelek hewildanên revîna malbatên DAIŞê ji kampa Holê pûç kirine.

Hêjayî gotinê ye, Kampa Holê ya li bajarê Heseke  yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ku li gorî rayedarên Neteweyên Yekbûyî 56 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.