Rojava | Li Kampa Holê 11 kesên ku guman li ser wan hebûn hatin girtin
PeyamaKurd – Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li Kampa Holê li hember şaneyên veşartî yên DAIŞê pêk dianî, 7 roj in berdewam e û hêzên Asayîşê diyar kir, hêzên wan serê vê sibehê 11 kesên ku guman li ser wan hebûn girtin.
Hêzên Asayîşê vê sibehê dan zanîn, hêzên wan li beşa yekem a kampê de, 11 kesên ku guman li ser wan hebûn girtin. 5 kes ji wan li xwe mukur hatin ku ew şaneyên DAIŞê ne.
Asayîşê li ser xebatên do yên operasyonê daxuyaniyek belav kir û ev got: “Hêzên me di roja 6an de 15 kesên ku guman li ser wan hene girtin. Herwiha 3 konên ku çekdaran weke cihê perwerdê bi kar dianîn hatin rûxandin. 3 tunel jî hatin dîtin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin ruxandin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku guleyên çeka M-16 û du çenteyên leşkerî û hejmare amûrên kuştin û işkenceyê jî hatine dîtin. Herwiha hejmareke telefon û ayped jî hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin