Rojava | Li Kampa Holê 7 kes hatin girtin

01 August 2024 18:01 0 dîtin
Rojava | Li Kampa Holê 7 kes hatin girtin

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Asayîşa Rojavayê Kurdistanê) bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyonên li kampa Holê de 7 kes hatin girtin.

Hate eşkerekirin ku operasyon piştî komkirina agahiyan û tesbîtkirina cihên şaneyên çeteyan, roja  31ê Tîrmehê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî û Hêzên Taybet (HAT) ve hatiye lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, endamên HATê bi ser 7 cihên ku çeteyan xwe lê vedişart de girtin û 7 kesên şaneyê desteser kirin.

Hate diyarkirin ku di lêpirsînên destpêkê de endamên şaneyê li xwe mikur hatine ku wan plan dikir di nava kampê de kiryarên çetetiyê pêk bînin.